A Reading Text for Beginners
Zozan û Metro
Zozan niha diçe restorantê. Restorant dûrî mala wê ye. Ew bi peyatî naçe, ew bi metroyê diçe. Nêzîkî mala wê metro heye. Ew metro gelekî kevn e. Her roj gelek kes bi metroyê diçin karê xwe, mala xwe, dibistana xwe, taxa xwe, zanîngeha xwe.
Zozan ji metroyê hez dike. Ji ber ku metro bilez e. Metro ji otobûsê bileztir e. Metro ji trênê bileztir e. Lê metro ji balafirê ne bileztir e. Metro bêdeng diçe, Zozan di metroyê de pirtûkan, rojnameyan û kovaran dixwîne. Zozan pir hez dike di metroyê de tiştinan bixwîne.
Gelek mirov di metroyê de bi telefonên xwe dilîzin, lê Zozan wisa nake. Zozan di metroyê de dixwîne û hîn dibe. Hevalên Zozanê jî di metroyê de dixwînin, hevalên Zozanê weke wê ne. Xwişk û birayên Zozanê li metroyê siwar nabin, ji ber ku ew ji trênan zêdetir hez dikin. Ew hez dikin li derdorê temaşe bikin û li mûzîkê guhdarî bikin.
Glossary:
- Dûr – far
- Dûrî – far from
- Bi peyatî – on foot
- Nêzîk – near, close
- Nêzîkî – close to
- Tax – neighborhood
- Ji ber ku – because
- Bilez – fast
- Bileztir – faster
- Balafir – plane
- Bêdeng – quiet, silent
- Pirtûk – book
- Rojname – newspaper
- Kovar – journal
- Wisa – so, such, that
- Weke – like, as
- Li … siwar bûn – get on ….
- Zêdetir – more
- Li derdorê temaşe kirin – to watch around
Questions:
- Zozan diçe ku?
- Zozan bi çi diçe?
- Zozan çima ji metroyê hez dike?
- Zozan di metroyê de çi dike?
- Xwişk û birayên Zozanê çima ji metroyê hez nakin?