Sultan Kösen: Dirêjtirîn Mirovê Dinyayê
Introduction
This news is about the tallest man in the world Sultan Kosen. You will read about his height, he talks about the advantages and disadvantages of being the tallest man in the world.
The News
Sultan Kösenê ku di 10ê kanûna 1982an de li Mêrdînê çêbûye dirêjtirîn mirovê dinyayê ye.
Wî ji ber dirêjbûna bejna xwe (251 santîm) di sala 2009an de di Rekora Cîhanê ya Guinnessê de cih girt. Qama Sultanî di encama şertên akromegalîyê (acromegaly) de wisa dirêj bûye.
Sultan behsa hin feyde/avantajên dirêjbûna xwe dike û dibêje bi xêra bejna xwe bala xelkê dikişînim, mesafeyên dûr dibînim, û alîkarîya malbata xwe dikim di karûbarên nava malê de.
Helbet, di ber van feydeyên dirêjbûna wî de hin nexweşîyên wê jî hene… Ji ber ku pîyên wî 126 santîm in, Sultan nikare kincên li gorî xwe peyda bike. Her weha ji ber ku lingên wî 97 santîm in ew nikare bi rihetî pêlavan jî ji bo lingên xwe bibîne. Tevî van nexweşîyan, siwarbûna li erebeyê jî ji bo wî gelekî zehmet e.
Û bi qasî ku me bihîstîye, ew di meseleya zewacê de jî zehmetîyan dikêşe/dibîne!
Vocabulary
bejn/qam: height
bi xêra (tiştekî): under favour of, through
mesafe: distance
feyde: advantege, benefit
kinc/cil: clothes
erebe/tirimbêl/seyare: car
Questions
-Sultan Kösen kengî û li kû ji dayik bûye?
-Sultan Kösen çima di kitêba Rekora Cîhanê ya Guinnesê de cih girtiye?
-Çi nexweşîyên dirêjbûna Sultan Kösenî hene?