Çîroka Hozanî û Zelalê – 05 | Kurdish Lessons Podcast
Merheba ji we re, êvar baş, ez dibêjim êvar baş li bajarê min niha saet heşt û nîv e, pardon, biborin, saet ne heşt û nîv e, saet neh û nîv e. Min xwesik şaş kir, min saet şaş got. Saet neh û nîv e. Belkî hûn bibêjin; Gulê, xêr e? Tu çima dîsa hatî? Gulê, xêr e? Tu diçî, tu têyî, tu gelek rojan podcastan çênakî û tu ji nişkê ve dîsa vedigerî ser karê xwe. Te xêr e? Çima? Erê, hûn rast dibêjin. Li hemberî van pirsan ez nizanim çi bibêjim. Lê heke ez bibêjim, jiyan gelek caran gelek pirsgirêkan derdixe ser pêşiya mirov û carinan tu nizanî tu çi dikî, yu yê çi bikî. An jî tu naxwazî bikî. An jî karê te baş diçe, tu dibêjî ez vê çênekim jî, ez vî karî nekim jî, ez podcasteke nû tomar nekim jî, karê min dimeşe. Besî min e! Besî min e! Ez bawer im, piçekî wisa bû. Ji xeynî jiyanê, ji van tiştan, gelek tişt hatin serê min. Ez naxwazim betsa wan bikim, ji ber ku gelekî xemgîn in. Heke ez bessa wan tiştan bikim, ez ê bigirîm. Ez nikarim bisekinim, ez ê gelekî xemgîn bibim. Em ê vegerin ser karê xwe, okay?
Û han dizanin çi bû? Doh xwendekareke me ya hêja, xwendekareke me ya Amerîkî got, ji min re email, ji min re ji WhatAppê peyamek şand, got; Gulê, ez dixwazim tu podcsteke nû çêkî, gelek podcastan çêkî, materyalan çêkî ji bo guhdarîkirinê. Û ez ê weke ku em dersekê bikin, ez ê haqê podcastê, haqê materyalê ji te re bişînim. Haq – the fee. Pêşî min got, na na ez ê çêkim, ez dixwazim çêkim. Paşê wê got, heke tu pare bistînî, heke tu haqê wê ji min bistînî, tu yê zûtir çêkî. Paşê, ez fikirîm, min got, rast e. Heke kesek ji bo karekî pare bide min, ez xwesik deyndar his dikim. Ez dibêjim ev deynê min e. Wî kese, wê kesê ev pare da min, divê ez vî karî xelas bikim. Divê ez vî karî bikim. Ez mecbûr im. Ez nikarim taloq bikim. Ez nikarim bibêjim, roeken din, saeteke din, demeke din, hefteyeke din. Na, ez nikarim. Ez mecbur im xelas bikim. Û paşê min ji wê re nivîsî, min got; tu rast dibêjî. Heke tu haqê van materyalan ji min re bişînî, ez ê zûtir çêkim. Çimkî dema ku kesek pare dide min, kesek haqê tişteki dide min, ez wî karî gelekî zû xelas dikim. Ez bawer im gelek kes wisa ne. Ji ber ku tu dibêjî, ez deyndar im. Wî kesê, wê kesê deyn da min.
Û ji xeynî peyama vê xwendekarê, îro xwendekarekî me yê beginnerê ji min re got; mamoste, tu çima methoda AJ Hoge bi kar nayînî û tu wek materyalên wî amade nakî? Ez bi vê peyamê gelekî kêfxweş bûm, ji ber ku berî salan, min li AJ Hoge guhdarî kiribû û bi rastî û bi rastî, ez rastiyê dibêjim, bi xêra methoda wî, bi xêra dubarekirinên wî, bi xêra listeningên wî, bi xêra materyalên wî, inglîzîya min baştir bûbû. Û min ji xwendekarê xwe re got, navê wî Hesen e, min got; Hesen spas te anî bîra min. Te AJ Hoge anî bîra min. Min ew ji bîr kiribû. Niha AJ Hoge hat bîra min. Methoda wî hat bîra min. Min got; erê, methoda wî gelekî baş e. Ez çima methoda wî çênakim. Ez çima methoda wî naceribînim. Lê paşê hat bîra min, di destpêkê de, yanî dema ku min berî 2-3 salan podcast tomar kiribûn, min çîrok gotibûn. Belkî we gelekan li wan podcastan guhdarî kiribe. Podcastên detspêkê, podcastên min ên destpêkê, piçekî wek methoda wî ne. Ez jî li wir çîrokan dixwînim û li ser çîrokan hin pirsan dikim. Ev method gelekî navdar e, ji ber ku min podcastên rûsî de dîtibû. Di podcastên inglizî de jî dîtibû. Ev method, yanî çîrokek heye, paşê li ser wê çîrokê pirs tên kirin û tu mecbûr î bersiva wan pirsan bidî, cewaba wan pirsan bidî. Min jî ev cerabandibû. Lê AJ Hoge, AJ Hoge dema ku pirsan dipirse, ew pirsekê deh cari dipirse, Ew pirsê diguherîne, û mijarê diguherîne, pirsên din dike. Yanî, ew ji bo, li ser çîrokeke gelekî kurt, dikare bi saetan bipeyive. Gelekî jêhatî ye.
Vêca, min got ev firsendek e. Xwendekara min a Amerîkî û xwendekarê min ê beginnerê, di heman dem de, hema hema di eynî rojê de, ji min re mesaj şandin. Gotin; mamoste, tu çima materyalan çênakî? Min got; it is time to be back! Min got; Dema vegerê ye! Divê ez vegerim podcastan, rast e? Divê ez vegerim ser çêkirina materyalên zêdetir. Divê ez hîn bêtir materyalan çêkim, hîn zêdetir materyalan çêkim. Ji ber ku xwendekarên me dixwazin.
Û îşev, min çîrokek nivîsî û çîrokeke gelekî kurt e. Li ser vê çîrokê min gelek pirs amade kirin. Ez ê jî, înşela, weke AJ Hoge, çîrokê bixwînim, dû re pirsan bipirsim, bibersivînim, pirsan biguherim, dîsa bixwînim. Temam? Ez dixwazim hûn vê çîrokê ji ber bikin. I want you to memorize this story. Ez dixwazim hûn vê çîrokê ji ber bikin. Her peyvê, her hevokê, her verbeteren, her lêkerê. Baş e? We fêm kir? Em dest pê bikin?
Hozan stranbêjekî kurd e û li bajarekî piçûk dijî. Hozan 3-4 berê li bajarekî din bû. Lê paşê bar kir û hat vî bajarê piçûk ji ber ku destgirtiya wî Zelal li vî bajarî ye.
Wan hev dema zanîngehû nas kir û bûn destgirtî. Piştî ku zanîngeh xelas bû, Zelal vegeriya bajarê malabata xwe û Hozan jî da dû wê.
Karê Hozanî li vî bajarê nû baş e. Ew li kafeyan stranan dibêje. Gelek hezkirîyên wî hene ji ber ku dengê wî gelekî xweş e.
Carinan Zelal malbat û hevalên xwe bi xwe re dibe û diçe li Hozanî guhdarî dike.
Jiyana Zelalê û Hozanî niha xweş e. Ew ê piştî demekê bizewicin û malbata xwe ava bikin.
Li vir çîroka me li ser Hozan e û li ser Zelalê ye. Çîrokeke gelekî kurt e. Lê ez dixwazim hûn vê çîrokê baş han bibin.
Pirsa pêşî – the first question: Hozan çi karî dike? Hozan mamoste ye? Hozan xwendekar e? Na, Hozan ne mamoste ye. Hozan ne xwendekar e. Hozan ne doktor e. Hozan ne endezyar e. Hozan ne karker e. Hozan ne serok e. Hozan ne midûr e. Hozan stranbêj e. Hozan stranbêjekî kurd e. Erê, Hozan çi karî dike? Hozan stranbêj e. Hozan stranan dibêje.
Pisa diduyan – the second question: Hozan kengî li bajarekî din bû? Hozan kengî li bajarekî din bû? Hozan sala borî li bajarekî din bû? Hozan du hefte Berg li bajarekî din bû? Na, Hozan 3-4 sal berê li bajarekî din bû. Hozan 3-4 sal berê li bajarekî din bû. Û niha em dizanin Hozan li bajarekî piçûk dijî. Erê.
Pisa sêseyan – the third question: Ew çima hat vî bajarê piçûk? Ew çima hat vî bajarê piçûk? Wî çima bar kir vî bajarê piçûk? Wî çima bar kir vî bajarê piçûk? Ji ber ku destgirtiya wî Zelal li vî bajarê piçûk dijî. Ji ber ku destgirtiya wî Zelal li vî bajarê piçûk dijî. Hozan bar kir vî bajarê piçûk ji ber ku destgirtiya wî li vir e, li vî bajares piçûk e. Ew hat cem destgirtiya xwe. Ew hat cem hevala xwe.Rast e? Erêê!
Pirsa çaran: Navê destgirtiya wî çi ye? Navê destgirtiya wî çi ye? Navê destgirtiya wî Gulê ye? Na, na, na navê destgirtiya wî ne Gulê ye. Navê destgirtiya wî Zelal e? Na, na navê destgirtiya wî ne Zelal e. NAvê destgirtiya wî, pardon pardon, navê destgirtiya wî Zelal e. Erê! Nave destgirtiya wî ne Delal e, navê destgirtiya wî Zelal e. Biborin! Biborin! Navê destgirtiya wî ne Gulê ye. Navê destgirtiya wî Zelal e. Erê, Zelal, Zelal, Zelal, Zelal.
Wan kengî hev nas kir? Wan kengî hev nas kir? Wan dema zanîngehê hev nas kir. Wan dema zanîngehê hev nas kir.
Wan hev li zanîngehê nas kir? Wan hev li zanîngehê nas kir? Bersiva vê pirsê em nizanin, ji ber ku, di tekstê de, di çîroka me de, tenê behsa demê dike. Dema zanîngehê. Nabêje, ew li heman zanîngehê bûn. Wan bi hev re dixwend. Ew bi hev re diçûn zanîngehê. Em nizanin. Em tenê dizanin ku wan dema zanîngehê hev nas kir. Belkî ew li zanîngehên cuda bûn. Belki Hozan li zanîngehekê bû û Zelal li zanîngeheke din bû. Ji bo vê pirsê bersiva me tune ye. Rast e? An ne rast e?
Û pirsa din: Zelal kengî vegeriya bajarê xwe? Li vî bajarî kî heye? Hevalên Zelalê hene? Na na, havalên Zelalê li vî bajarî belkî hebin, em nizanin. Di çîrokê de nabê.., di çîrokê de dibêje carinan Zelal hevalên xwe dibe. Lê di çîrokê de dibêje, Zelal vegeriya bajarê malbata xwe.Rast e? Zelal vegeriya bajarê malbata xwe. Piştî ku Zelal hat vî bajarî, Hozan jî hatiye vî bajarî. Hozanî daye dû wê.
Erê, pirsa din: Karê Hozanî li vî bajarê nû çawa ye? Karê Hozanî li vî bajarê nû çawa ye? Erê, min got, Hozan stranbêjek e, Hozan estrenan dibêje. Û du çîroka me de jî dibêje, êêê, Karesi Hozanî li vî bajarê nû baş e.
Pirseke din: Ew li ku stranan dibêje? Ew li ku stranan dibêje? Ew li restoranan stranan dibêje? Na! Ew li kolanan stranan dibêje? No! Ew li stadyuman stranan dibêje? Na!! Ew li hotêlan stranan dibêje? Naa!! Ew li kafeyan stranan dibêje, li kafeyan stranan dibêje.
Pirseke din heye: Çima gelek hezkirîyên wî hene? Çima gelek hezkirîyên wî hene? Ji ber ku dengê wî gelekî xweş e. Heke dengê stranbêjekî xweş be, gelek hezkirîyên wî jî çêdibin. Rast e? Ez ji gelek stranbêjan hez dikim ji ber ku ez ji dengen wan hez dikim. Ez wan nas nakim, ez nizanim ew mirovên çawa ne? Ew hevalên çawa ne? Ew jin û mêrên çawa ne? Lê kêfa min ji dengê wan re tê. Ez ji dengê wan hez dikim. Û ez li wan guhdarî dikim. Ez hezkiriyeke wan stranbêjan im. Rast e? Erê. Ez bawer dikim hûn jî ji gelen stranbêjan hez dikin ji ber ku dengê wan xweş e. Hûn ji dengê wan hez dikin. Erêê.
Û, ehmmm, erê. Çîroka me li vir xelas. Me hin pirs pirsîn, û min ji we re bersiva van pirsan got. Çîrokeke gelekî piçûk bû. Li ser Hozan bû.
Ez dixwazim agahiyekê bidim we, Hozan navek e, rast e? Wek Gulê, wek James, wek Hanna, wek John, nizanim. Navek e – it is just a name. Lê wateyeke vî navî heye – it has a meaning. Hozan means singer. Ok? So, Hozan stranbêjekî Kurd e. It says, Hozan, ev kes, Hozan is a singer. But literally, Hozan means singer as s proper name. Ok? Mesela, gelek kes hene. Stranbêj in. Dema ku navê xwe dibêjin, ez Hozan ……., mesela, Hozan Gulê, Hozan Selehedîn, Hozan Şemso, Hozan Aram, nizanim. Gelek stranbêj bi kar tînin, Hozan ……. OK? Erê, ez hêvî dikim, we ji vê podcastê, ji vê civatê, kêf girtibe. Emmm, Ez ê înşela zêdetir podcastan û materyalan çêkim. Heta niha, min pir dixwest ez tiştan çekim, lê caverna tembeliyê, caverna tiraliyê kor be! Mirov nikare rabe û dest pê bike! Lê înşela, zivistanê, ez pir motîve dibim. Payız û zivistan ji bo kar demeke gelekî xweş e. Ez ê hîn bêtir bixebitim. Û nizanim gelo degno pêlên behrê tê we? Hûn dendê pêlên beire dikin? Ez niha nezih behrê me. Ez ji bo betlaneyeke gelekî kurt hatim bajarekî piçûk. Ez û mêrê xwesik hatin betlaneyeke piçûk. Ew niha radikeve. Ji ber ku wî erebe ajot û ew gelekî betilî. Heta ku em hatin em pir birçî bûbûn, em gelekî birçî bûbûn. Û me şîv xwar, me wek dînan şîv war. Me wek dînan war – We ate like crazy people. Me wek dînan xwar. Xweş bû! Mêrê min niha radikeve û ez jî nezih behrê me, ez rûdinim û min podcasteke xweş tomar kir. Min podcasteke xweş qeyd kir. Ez gelekî kêfxweş im ku ez vegeriyam ser karê xwe, ez vegeriyam ser rûtînen xwe. Podcastçêkirin yek ji rûtînên min e, ne rûtîn e, lê ez dixwazim bibe rûtîn. Ji ber vê ez jê re bibêjim rûtîn ku bibe rûtîneke min.
Ez ji we hez dikim! Ji guhdarvanên xwe hez dikim! Ji xwendekarên xwe hez dikim! Ez ji jîyanê hez dikim! Ez her roj ji bo jiyana xwe dişikirim. Ez şikir dikim. Ez fikir dikim, ez dişikirim. Û jiyan xweş e! Jiyan hêjayî jiyînê ye! Jiyan hêjayî dîtinê ye!
Êvara we, şeva we, dema we, roja we bimîne xweş! Li xwe baş binêrin! Heta podcasteke din bimînin di nav xêr û xweşiyê de! Oxir be!