Çîroka Zarokan – A1 level for Beginner learners | Kurdish Lessons Podcast
Merheba ji we re, silav ji we re. Hûn dîsa bi xêr hatin Kurdish Lessons Podcastê. Ez Gulê, mamosteya we ya zimanê kurdiya kurmancî. Di vê podcastê de, di vê beşê de, ez ê ji we re çîrokekê bixwînim û paşê ez ê li ser vê çîrokê pirsan bipirsim. Ez ê çîrokekê bixwînim û ez ê li ser vê çîrokê ji we pirsan bipirsim. Divê hûn baş li min guhdarî bikin. Divê hûn baş guhên xwe bidin min. Ez ê bixwînim, hûn ê jî bersiva min bidin. Baş e? We fêm kir? Em dest pê bikin.
Navê çîroka me, çîroka zarokan, çîroka zarokan e. Zarok her roj zû şîyar dibin. Zarok her roj zû şîyar dibin ji ber ku zarok xwendekar in û diçin dibistanê. Diçin mektebê, diçin medreseyê. Dibistana zarokan ne gelekî dûr e. Lê dîsa jî ew bi servîsê diçin. Ew her roj li servîsê siwar dibin. Ji ber ku dê û bavên wan naxwazin zarok bi tenê bimeşin, zarok bi tenê biçin dibistanê. Her roj gelek dersên zarokan hene. Dersa kurdî, dersa îngilîzî, dersa matematîkê, dersa zanistê, dersa muzîkê û hêj gelek dersên din. Zarok ji dibistanê hez dikin ji ber ku hevalên wan li dibistanê hene. Zarok ji dersan hez dikin ji ber ku ew her roj hînî tiştên nû dibin. Zarok ji mamosteyên xwe hez dikin ji ber ku mamosteyên wan mirovên baş in, ji ber ku mamosteyên wan mirovên baş in. Zarok li dibistanê firavînê dixwin. Xwarinên dibistanê xweş in. Xwarinên dibistanê her roj ne eynî ne. Xwarinên dibistanê her roj cuda ne. Zarok her roj xwarinên xweş û cuda dixwin. Piştî dibistanê zarok vedigerin malê. Zarok dîsa bi servîsê vedigerin malê. Li malê zarok dîsa dersên xwe dixwînin. Paşê şîvê dixwin û radikevin.
Erê min çîroka zarokan xwend, niha ez ê dîsa bixwînim. Hûn ê dîsa li min guhdarî bikin. Baş e?
Zarok her roj zû şîyar dibin. Zarok her roj zû şîyar dibin ji ber ku zarok xwendekar in û diçin dibistanê. Diçin mektebê, diçin medreseyê. Dibistana zarokan ne gelekî dûr e. Lê dîsa jî ew bi servîsê diçin. Ew her roj li servîsê siwar dibin. Ji ber ku dê û bavên wan naxwazin zarok bi tenê bimeşin, biçin dibistanê. Her roj gelek dersên zarokan hene. Dersa kurdî, dersa îngilîzî, dersa matematîkê, dersa zanistê, dersa muzîkê û hêj gelek dersên din. Zarok ji dibistanê hez dikin ji ber ku hevalên wan li dibistanê hene. Zarok ji dersan hez dikin ji ber ku ew her roj hînî tiştên nû dibin. Zarok ji mamosteyên xwe hez dikin ji ber ku mamosteyên wan mirovên baş in. Zarok li dibistanê firavînê dixwin. Xwarinên dibistanê xweş in. Xwarinên dibistanê her roj ne eynî ne. Xwarinên dibistanê her roj cuda ne. Zarok her roj xwarinên xweş û cuda dixwin. Piştî dibistanê, zarok vedigerin malê. Zarok dîsa bi servîsê vedigerin malê. Li malê zarok dîsa dersên xwe dixwînin. Paşê şîvê dixwin û radikevin, radizin.
Erê, min dîsa xwend, min dîsa xwend. Niha ez ê pirsan bipirsim.
Pirsa pêşî, pirsa yekem, pirsa yekem: Zarok çima her roj zû şîyar dibin? Zarok çima her roj zû şîyar dibin?
-Ji ber ku zarok xwendekar in, ji ber ku zarok diçin dibistanê. We fêm kir? Zarok zû şîyar dibin ji ber ku zarok diçin dibistanê. Zarok diçin mektebê.
Pirsa duyem, pirsa duyem. Dibistana zarokan gelekî dûr e? Dibistana zarokan gelekî dûr e?
-Na,na, dibistana zarokan ne gelekî dûr e, na dibistana zarokan ne gelekî dûr e.
Sê, pirsa sêyem. Zarok bi çi diçin dibistanê? Zarok li çi siwar dibin? Zarok li çi siwar dibin?
-Zarok li servîsê siwar dibin. Zarok bi servîsê diçin. We fêm kir? Zarok li servîsê siwar dibin, bi servîsê diçin. We fêm kir?
Û çar, pirsa çaran: Her roj gelek dersên zarokan hene?Hher roj gelek dersên zarokan hene?
-Erêêê, her roj gelek dersên zarokan hene erê her roj gelek dersên zarokan hene. Dersa Kurdî, dersa îngilîzî, dersa matematîkî, dersa zanistê û nizanimçik nizanimçik û nizanimçik. Gelek dersên wan hene. Gelek dersên wan hene.
Pênc pirsa pêncan:, Zarok çima ji dibistanê hez dikin? Zarok çima mektebê hez dikin? Himm. Zarok çima ji dibistanê hez dikin.
-Zarok ji dibistanê, ji mektebê hez dikin jiber ku hevalên wan li dibistanê hene. Ji ber ku hevalên wan li dibistanê hene. Erê.. Ji ber ku hevalên wan li dibistanê hene.
Şeş, pirsa şeşem: Zarok çima ji dersan hez dikin? Zarok çima ji dersan hez dikin?
– Zarok ji dersan hez dikin ji ber ku ew her roj hînî tiştên nû dibin. Ji ber ku ew her roj hînî tiştên nû dibin. Hihimm
Heft, pirsa heftem: Zarok çima ji mamosteyên xwe hez dikin? Zarok çima ji mamosteyên xwe hez dikin?
-Ji ber ku mamosteyên wan mirovên baş in. Ji ber ku mamosteyên wan mirovên baş in. Erê erê. Zarok ji dibistanê hez dikin ji ber ku hevalên wan hene. Zarok ji dersan hez dikin ji ber ku tiştên nû hîn dibin. Zarok ji mamosteyên xwe hez dikin ji ber ku mamosteyên wan mirovên baş in. Erê we fêm kir. Aferîn, Her bijî.
Heşt, pirsa heştem: Zarok li dibistanê çi dixwin? Zarok li dibistanê çi dixwin? Zarok taştê dixwin? Zarok şîvê dixwin?
-Na, zarok şîvê naxwin, zarok taştê naxwin. Zarok li dibistanê firavînê dixwin. Erê, zarok li dibistanê firavînê dixwin. Firavîn çi ye? Himm? Firavîn çi ye? Firavîn xwarina nîvro ye. Taştê xwarina sibehê zû ye. Firavîn xwarina nîvro ye. Şîv jî, şîv xwarina êvarî ye. Xwarina êvarî.
Û pirsa nehem:. Xwarinên dibistanê xweş in? Xwarinên dibistanê xweş in?
-Erêê, xwarinên dibistanê xweş in. Xwarinên dibistanê xweş in.
Deh, pirsa dehem. Zarok her roj li dibistanê eynî xwarinê dixwin? Zarok her roj li dibistanê eynî xwarinê dixwin?
-Na, zarok her roj li dibistanê eynî xwarinê naxwin. Zarok her roj li dibistanê her roj eynî xwarinê naxwin. Xwarinên dibistanê her roj cuda ne. Xwarinên dibistanê her roj cuda ne.
Yazdeh, pirsa yazdehem: Piştî dibistanê, piştî dibistanê zarok çi dikin himm. piştî dibistanê zarok çi dikin?
-Zarok vedigerin malê, zarok vedigerin malê û zarok dîsa bi servîsê vedigerin malê û zarok bi servîsê diçin mektebê û zarok bi servîsê vedigerin malê. We fêm kir?
Zarok her tim li servîsê siwar dibin û li malê zarok çi dikin? Li malê zarok çi dikin? Li malê zarok dîsa dersên xwe dixwînin. Zarok dîsa dersê xwe dixwînîn. Piştî dersan zarok şîvê dixwin. Erê, piştî dersan zarok şîvê dixwin û radikevin û radizin. Hihimm. We fêm kir?
Çîroka zarokan. Çîroka zarokan… Hûn dizanin servîs çi ye? Servîs otobêsa dibistanê ye. Servîs otobêsa dibistanê ye. Hihimm erê baş e. Û hûn dizanin mmm, ez bifikirim. Û hûn dizanin dipdipdip… Eee cuda çi ye? Cuda, cuda. Cuda ne eynî ye, ne eynî, mesela eee himmî ez çi bibêjim. Himm pirtûkên Bextîyar Elî ne eynî ne, pirtûkên Bextîyar Elî ne eynî ne, cuda ne, cuda ne. Ew her tim behsa tiştekî din dike. Ew her tim çîrokeke din dibêje. Pirtûkên Bextîyar Elî, ne eynî ne, cuda ne. Cuda ne.
Ez hêvî dikin hûn fêm kirine û çîroka me ya îro ev e, min xwend. We guhdarî kir. Min pirs pirsîn, we bersivandin.
Ez hêvî dikim, ev tekst ji bo we baş bû. bikêrhatî bû. Ji bo îro, ji bo vê podcastê eee, ez niha xatirê xwe ji we dixwazim. Heta podcasteke din, heta rojeke din, heta çîrokeke din, bimînin di nav xêr û xweşiyê ye de. Heke pirsên we hene, ji min re binivîsin, eee, gmaila min kurdishlessons2019@gmail.com e. Hûn dikarin her tim, her roj, her kêlîk, her saet ji min re binivîsin û bimînin di nav xêr û xweşiyê de. Bi xatirê we. Bi xatirê we. Bayy.