Çîroka Kînemê | Kurdish Lessons Podcast
Merheba ji we re, hûn bixêr hatin Kurdish Lessons podcastê. Ez Gulê, ez mamosteya we ya kurdiya kurmancî. Îro em ê bi hev re çîrokeke bixwînin. Navê çîroka me, çîroka Kînemê ye. Ev çîrok, çîrokeke kurt e, ez ê ji we re bixwînîm û ez ê li ser vê çîrokê pirsan bipirsim. Divê hûn jî cewabê bidin û ez ê jî cewabê bidim. Heke hûn hazir bin, heke hûn amade bin em dest pê bikin.
ÇÎROKA KÎNEMÊ
Navê wê Kînem e. Kînem ji Hamburgê ye, navê bajarê wê Hamburg e. Hamburg li Almanyayê bajarekî mezin e. Dê û bavê Kînemê ne ji Hamburgê ne. Dê û bavê Kînemê ji Kurdistanê ne. Dêya wê ji Mûşê ye û bavê wê ji Mereşê ye. Ew berî sî salan çûne Almanyayê û li wir zarokên wan çêbûne. Kînem û hemû xwişk û birayên wê hem bi almanî hem jî bi kurdî dizanin. Jiyana wan a li malê bi kurdî ye û jiyana wan a xwendinê bi almanî ye. Ew car caran pirtûkên kurdî jî dixwînin. Kînemê sala borî zanîngeh xilas kir û niha li şîrketeke mezin kar dike, dixebite. Ew hez dike havînan bi malbata xwe re biçe Mûşê û Mereşê. Jiyana gundan xweş e lê gelekî zehmet e.
Çawa ye we fêm kir? Ev çîrok ne zehmet e, ev çîrok hêsan e. Ez ê dîsa bixwînim hûn ê dîsa li min guhdarî bikin, baş e?
Navê wê Kînem e. Kînem ji Hamburgê ye, navê bajarê wê Hamburg e. Hamburg li Almanyayê bajarekî mezin e. Dê û bavê kînemê ne ji Hamburgê ne. Dê û bavê Kînemê ji Kurdistanê ne. Dêya wê ji Mûşê ye û bavê wê ji Mereşê ye. Ew berî sî salan çûne Almanyayê û li wir zarokên wan çêbûne. Kînem û hemû xwişk û birayên wê hem bi almanî hem jî bi kurdî dizanin. Jiyana wan a malê bi kurdî ye û jiyana wan a xwendinê bi almanî ye. ew car caran pirtûkên kurdî jî dixwînin. Kînemê sala borî zanîngeh xilas kir û niha li şîrketeke mezin kar dike, dixebite. Ew hez dike havînan bi malbata xwe re biçe Mûşê û Mereşê. Jiyana gundan xweş e lê gelekî zehmet e.
Erê, ez dibêjim vê carê we baştir fêm kir, we çêtir fêm kir. Pirsa pêşî, pirsa pêşî…
Navê wê çi ye? Navê wê çi ye? Navê wê Zelal e? Navê wê ne Zelal e, navê wê ne Delal e, navê wê ne Ronya ye, navê wê ne Gulê ye, navê wê Kînem e, Kînem, kînem.
Kînem ji ku derê ye? Navê bajarê wê çi ye? Kînem ji ku derê ye? Navê bajarê wê çi ye? Kînem ji Berlînê ye? no, no, no! Navê bajarê wê Frankfurt e? na. Navê bajarê wê ne Frankfurt e. Ew ne ji Berlînê ye, ew ne ji Frankfurtê ye. Navê bajarê wê ne Berlîn e. Navê bajarê wê Hamburg e. Ew ji Hamburgê ye.
Hamburg li ku derê ye? Hamburg li Kurdistanê ye? Hamburg li Fransayê ye? Hamburg li Rûsyayê ye? Hamburg li Amerîkayê ye? Na, Hamburg ne li Amerîkayê ye. Hamburg ne li Rûsyayê ye. Hamburg ne li Fransayê ye. Hamburg li Almanyayê ye. Hamburg li Almanyayê ye. Weke Berlînê, weke Frankfurtê, rast e? Hamburg li Almanyayê bajarekî mezin e. Hamburg li Almanyayê bajarekî mezin e. Hamburg ne bajarekî piçûk e, Hamburg ne bajarekî piçûk e.
Dê û bavê Kînemê ji ku derê ne? Dê û bavê Kînemê ji ku derê ne? Dê û bavê kînemê ji Hamburgê ne? Naaa, dê û bavê Kînemê ne ji Hamburgê ne. Dê û bavê Kînemê ne ji Fransayê ne. Dê û bavê Kînemê ji Kurdistanê ne. Dê û bavê kînemê Kurd in. Zimanê dê û bavê Kînemê kurdî ye. Ew ji Kurdistanê ne. Ew Kurd in. Ew ne Alman in, ew ne ji Almanyayê ne. Ew ne ji Frankfurtê ne, ew ji Kurdistanê ne. Ew Kurd in, Kurd in. Weke min. Ez jî Kurd im, ew jî Kurd in. Rast e?
Dêya wê ji ku derê ye? Dêya kînemê ji ku derê ye? Hûn dizanin dêya Kînemê ji ku derê ye? Dêya Kînemê ne ji Hamburgê ye. Dêya Kînemê ne ji Almanyayê ye. Dêya kînemê ji Mûşê ye. Navê bajarê dêya Kînemê Mûş e. Navê bajarê dêya wê Mûş e, Mûş. Mûş li Kurdistanê bajarek e, Mûş.
Û bavê Kînemê ji ku derê ye? Bavê Kînemê ji ku derê ye? Bavê kînemê ji Mûşê ye? Na na, bavê Kînemê ne ji Mûşê ye. Dêya Kînemê ji Mûşê ye. Bavê Kînemê ji Mereşê ye, Mereş. Mereş li Kurdistanê bajarek e, bajarekî biçûk e, Mereş.
Dê û bavê kînemê kengî çûne Almanyayê? Dê û bavê kînemê kengî çûne Almanyayê? Ew sala borî çûne Almanyayê? Ew berî çil salan çûne Almanyayê? Ew berî pênc salan çûne Almanyayê? Naa, dê û bavê kînemê berî sî salan çûne Almanyayê, berî sî salan çûne Almanyayê. Ew berî sî salan çûne Hamburgê. Ew berî sî salan çûne Hamburgê.
Kînem û hemû xwişk û birayên wê bi kîjan zimanan dizanin? Kînem û hemû xwişk û birayên wê bi kîjan zimanan dizanin? Ew bi rûsî dizanin? ew bi ingilîzî dizanin? ew bi frensî dizanin? ew bi erebî dizanin? Na, ew bi erebî nizanin, ew bi rûsî nizanin. Ew bi frensî nizanin, ew bi ingilîzî nizanin. Kînem û xwişk û birayên wê hem bi almanî hem jî bi kurdî dizanin. Hemû xwişk û birayên Kînemê hem bi almanî hem jî bi kurdî dizanin. Erê, erê!
Jiyana wan a li malê bi kîjan zimanî ye? Jiyana wan a malê bi kîjan zimanî ye? jiyana wan a malê bi kurdî ye. jiyana wan a li malê bi kurdî ye. ew li malê bi kurdî xeber didin. Ew li malê bi kurdî xeber didin, ew li malê bi kurdî dipeyivin, ew li malê bi kurdî diştexilin, ew li malê bi kurdî diaxivin. Ew li malê bi kurdî şore dikin. Erê û jiyana wan a xwendinê bi almanî ye. Xwendina wan, xwendina wan bi almanî ye. dibistana wan bi almanî ye, lîseya wan bi almanî ye, zanîngeha wan bi almanî ye. Xwendina wan bi almanî ye.
Kînem û hemû xwişk û birayên wê pirtûkên kurdî dixwînin? Kînem û hemû xwişk û birayên wê pirtûkên kurdî jî dixwînin? Erê, erê, Kînem û hemû xwişk û birayên wê pirtûkên kurdî jî dixwînin, pirtûkên kurdî jî dixwînin. Ew dizanin bi kurdî bixwînin. Ew dizanin bixwînin.
Kînemê kengî zanîngeh xilas kir? Kînemê kengî zanîngehê xilas kir? Kînemê sala borî, sala borî zanîngeh xilas kir. Kînemê sala borî zanîngeh xilas kir û niha li şîrketeke mezin kar dike. Mesela, google şirketeke mezin e, amazon şîrketeke mezin e, e-bay şîrketeke mezin e. Nike, Puma, Adidas, şîrketên mezin in û Kînem jî niha li şîrketeke mezin kar dike. li şîrketeke mezin dişixule, li şîrketeke mezin dixebite. hihimm. Ez li şîrketeke mezin kar nakim lê şirketa min Kurdish Lessons jî mezin e. eheheheh. Li gorî min, li gorî min, in my opinion.
Erê, Kînem hez dike havinan çi bike? Kînem hez dike havinan çi bike? Ew hez dike havînan bi malbata xwe re, bi dêya xwe, bi bavê xwe û bi xwişk û birayên xwe re biçe Mûşê û Mereşê. Ew hez dike havînan bi malbata xwe re, bi dêya xwe re, bi bavê xwe re, bi xwişka xwe re û birayên xwe re biçe Mûşê û Mereşê. hihimm. Kînem hez dike havînan li Kurdistanê derbas bike. Kînemê hez dike havinan li Kurdistanê derbas bike.
Erê, çawa bû? We fêm kir? Ez dibêjim we fêm kir ji ber ku ev Tekst ne zehmet e, ne zor e, ne dijwar e, ne çetîn e. Ev tekst, ev çîrok, hêsan e, rihet e, ne giran e. Baş e? Erê, ez spas dikim ji bo guhdarîkirinê, ji bo hatina podcasta min. Bimînin di nav xêr û xweşiyê de. Roja we, dema we, êvara we bimîne xweş. Ez hêvî dikim bi xêra van podcastan kurdiya we hîn hîn hîn baştir dibe û her roj tiştên nû hîn dibin û heke kêfa we ji vê podcastê re hatibe, heke we ji vê podcastê hezkiribe, ji kerema xwe re, vê podcastê biecibînin û layk bikin û bişînin hevalên xwe yên kurd re an jî ji hevalên xwe yên ku dixwazin kurdî hîn bibin. Baş e, bi xatirê we. ez çûm bay bayyy….