30-Day Kurdish Reading Challenge – 1st day
Şeva Sersalê Çawa Bû?
(Gulê û Dîlan li ser telefonê diaxivin)
Dîlan: Eloo! Gulê!
Gulê: Roj baş Dîlan!
Dîlan: Roj baş Gulê! Tu çawa yî? Baş î?
Gulê: Mala te ava Dîlan! Ez baş im, tu çawa yî?
Dîlan: Ez jî baş im, her hebî! Te doh bi hevalên xwe re çi kir? Te dixwest sersalê pîroz bikî.
Gulê: Erê, rast e! Min dixwest ez bi hevalan re şeveke bi kêf û coş derbas bikim.
Dîlan: De ka bibêje! We çi kir û çi nekir?
Gulê: Temam, temam. Va dibêjim. Şahiya me ya sersalê dereng dest pê kir. Dema ku heval hemû li mala min kom bûn, saet 10 bû.
Dîlan: We baş kiriye! Tişta xweş ev e ku hûn di saet 12an de li cem hev bin.
Gulê: Erê, ji ber wê me dereng dest pê kir. Min ji bo mêvanên xwe hin xwarin û vexwarin amade kiribûn û hevalan jî bi xwe re xurekên çeşît-çeşît anîbûn. Û kesên ku ji vexwarinê hez dikin, araqa xwe bi xwe re anîbûn.
Dîlan: Waa, xwezî ez jî li wir bûma. Tu dizanî, min gelekî dixwest beşdarî şahiya sersalê bibim, lê karekî min î gelekî girîng hebû.
Gulê: Ez dizanim, dizanim. Ne xem e, xwe aciz neke! Em ê sersala bê bi hev re pîroz bikin.
Dîlan: Ez jî gelekî dixwazim. Ew ê gelekî xweş be!
Gulê: Bi telefona te gelekî dilxweş bûm. Min jî dixwest bi te re biaxivim.
Dîlan: Sihhet xweş! Divê ez niha herim û bixebitim. Daxwazeke te heye Gulê?
Gulê: Daxwaza min saxiya canê te ye!
Dîlan:Mala te ava û bi xatirê te!
Gulê: Mala te avatir û oxir be!
Dîlan: Ser seran, ser ser çavan!
VOCABULARY LIST:
|
|
Pirsên li jêr li gorî nivîsê bibersivînin:
- Kê dixwest sersalê bi hevalên xwe re pîroz bike?
……………………………………………………………………….
- Şahiya Gulê û hevalên wê kengî dest pê kiriye?
……………………………………………………………………..
- Dîlan çima beşdarî şahiya sersalê nebûye?
…………………………………………………………………..
- Daxwaza Gulê ji Dîlanê çi ye?
…………………………………………………..
- Te sersal çawa û bi kê re pîroz kir?
……………………………………………………………
6 Comments
Hello @gokselbt, you can just write your answers down to the comment section, below to the main content. We will check them. Serkeftin!
1. Gulê dixwest sersalê bi hevalên xwe re pîroz bike.
2. Şahiya wan dereng dest pê kiriye.
3. Lewma karekînDîlan î gelekî girîng bû.
4. Daxwaze Gulê saxiya canê Dîlsnê ye.
Min sersalê bi hevserê û dayika min re pîroz kir. Me demeke xweş derbas bûyin.
5 – Min sersal bi hevserê xwe û dayika xwe re pîroz kir. Me demeke xweş derbas kir.
1) Dilan dixwest sersalê bi hevalên xwe re pîroz bike.
2) Şahiya Gulê û hevalên wê li saet 10an dest pê kiriye.
3) Dîlan beşdarî şahiya sersalê nebûye ji ber ku karekî xwe ye gelekî girîng hebû.
4) Daxwaza Gulê ji Dîlanê saxiya canê wê ye.
5) Isal min sersal bi hevalên xwe re piroz kir. Me gelek xwarin çekir û pîrozbahîyên sersale li ser televisyone temaşe kir. Me demeke gelek xweş derbas kir.
1- rast e!
2- Şahiya Gulê û hevalên wê DI SAET 10AN DE dest pê kiriye.
3- Dîlan beşdarî şahika serial nebûye ji ber ku karekî wê yê gelekî girîng hebû.
4- rast e!
5- Isal min sersal bi hevalên xwe re piroz kir. Me gelek xwarin çekirIN û pîrozbahîyên sersale li ser televisyone temaşe kirIN. Me demeke gelek xweş derbas kir.
Her bijî!
1 – Gulê dixwest sersalê bi hevalên xwe re pîroz bike
2 – Sahiya wan di saet 10’an de dest pê kiriye.
3 – Ji ber ku karekî wê yî gelekî girîng hebû
4 – Daxwaza Gulê ji Dîlanê saxiya canê wê ye.
5 – Min sersalê bi malbata me re pîroz kir. Me xwarin çedikir û dixwar, lîstîkên sifrê dilist û sohbet kir.