Me erebeyek kirî! – Rojnivîskên Gulê 06 | Kurdish Lessons Podcast
Roja we bi xêr, hûn bi xêr hatin Kurdish Lessons Podcastê. Ez Gulê, mamosteya we ya Kurdiya Kurmancî. Em ê dîsa di vê podcastê de behsa jiyanê bikin, behsa hîn tiştan bikin. Ez ê bi we re civateke xweş deynim. Heke hûn amade bin, em dest pê bikin!
Îro pêncê cotmehê ye. Pêncê meha dehan û roja şemîyê ye yanî dawiya heftiyê ye. Kengî dawiya heftiyê bê, kengî roja şemî û yekşemê be kesên ku kar dikin vê rojê wekî fersendeke dibînin û zêdetir radikevin. Ez nizanim îro ez nikarim podcastê tomar bikim gelek deng heye. Welhasil min got roja şemî û yekşemê gelek kes dixwazin zêdetir rakevin. Bi taybetî ew kesên ku nava heftiyê gelekî zû şîyar dibin û mecbûr in zû herin ser karê xwe. Ew kes roja şemî û yekşemê heta nîvro heke ne nîvro be jî heta saet dehan, yanzdehan radikevin. Vêca ji ber ku ez ne keseke wisa me, ji ber ku karê min ne karekî wilo ye ez nava heftiyê li gorî dersên xwe şîyar dibim û divê ez bibêjim dersên min sibehê zû nîn in. Bi piranî di saet dehan de, yanzdehan dozdehan de piştî nîvro ne û gelek caran êvarî ne. Ji ber wê ez şikir dikim, ez gelekî kêfxweş im ku ez ti carî, hema bibêje ti carî, hema hema ti carî ez alarman eyar nakim. Alarm ji min re ne lazim e. Jixwe ez zû jiyar şîyar dibim. Lê ez kêm caran alarman çêdikim, kêm caran. Ez dibêjim ev jî luksek e, luksek e ji ber ku bi milyonan mirov mecbur in serê sibehê zû ji ber karê xwe bi alarmê rabin. Û ez dibêjim, li gorî dîtina min, li gorî min, dema ku alarmek heye û tu dizanî divê wê saetê rabî tu nikarî xeweke xweş jî bikî. Tu nikarî xeweke xweş bikî, tu nikarî xweş rakevî. Lê heke alarm tune be, di mejiyê te de her tişt rihetir e. Tu zû rabî jî, nerabe/ranebî jî ferq nake, ferq nake ez dibêjim tu yê xeweke xweştir bikî ev jî fikra min e. Welhasil em hê jî, em hê jî li otela xwe ne û îro ez zû rabûm min got berî taştê ez piçekî bimeşim û wexta bimeşim jî podcasteke record bikim. Lê mixabin dema ku ez dimeşîyam, min du caran ceriband podcastan record bikim her carî tiştek derket û qeyd sekinî. Ez aciz bûm û min got bes e, ez nikarim hihii dîsa dest pê bikim û wisa bibe ez aciz bibim. Ez rûniştim ber behrê li ser şezlongekî ez rûniştîme û ez vê podcastê tomar dikim. Ez hêvî dikim hûn dengê pêlan jî dikin, dengê pêlên behrê. Îro piştî taştê ez ê du dersan çêkim. Derseke min di saet deh û nîvan de ye û derseke min di yanzdehan de ye. Piştî wan em dixwazin derkevin û herin bajêr û bigerin ji ber ku ez berê qet nehatime, nehatibûm vî bajarî û mêrê min dixwaze derdorê şanî min bike. Ji ber ku dema ew zarok bû ew bi malbata xwe re havînan dihat vî bajarî û ew vir nas dike. Ew dixwaze derdorê şanî min bide û em piçekî bigerin, belkî em tiştan bikirin ji ber ku sibê sibehê em ê vegerin Mêrdînê. Em dixwazin îro piçekî derdorê bibînin.
Û piştî podcasta min a dawî, xwendekara min a emerîkî ji min re peyam şand û got Gulêê min podcasta te guhdarî kir gelekî xweş bû spas. Serkeftin û ji bo fikrekî, ji bo podcasteke din fikreke min heye. Wê got tu çima behsa erebeya we nakî. Ew dizane me du hefte berê erebeyek kirî. Wê got tu dikarî behsa erebeyê bikî. We çima kirî, wê çawa kirî û êê dema we kirî krîterên we çi bûn? êê felan û bêvan… Min got fikreke baş e. Bi rastî jî carinan ez nizanim behsa çi bikim. Nizanim ez ji we re çi bibêjim. Lê heke di serê min de mijarek hebe ez xweştir dipeyivim, ez xweştir diştexilim. Welhasil em ê di vê podcastê de behsa erebeyê bikin, erebeyek… Me erebe çima kirî, çawa kirî ê felan û bêvan.
Hûn dizanin çend meh berê, şeş meh berê bawer im şeş meh, şeş meh berê ez zewicîm û min mala xwe bar kir cihekî piçûk. Li Mêrdînê lê ne li navendê, li cihekî piçûk ez hatim taxeke piçûk. Taxa me gelekî xweş e. Park hene, kesk e mala min gelekî xweş e, bi rastî jî ez ji mala me pir hez dikim. Vêca ji ber ku erebeya xezûrê min heye, em gelek caran bi erebeya xezûrê xwe diçûn gund û dihatin diçûn gund êê gundê dê û bavê min û diçûn derve, diçûn xwarinê, diçûn şîvê diçûn gerê. Lê di vê ez îtîraf bikim, divê ez ji we re rastiyê bibêjim, ez ne pir rihet bûm ji ber ku ew ne erebeya me bû.Eew erebeya xezûrê min bû, ew erebeya bavê mêrê min bû. Lê dawiya dawî ew ne erebeya me bû û carinan me telefonî wî dikir û me digot em dixwazin herin cihekî tu li malê yî, wî digot na ez li derve me û plana me betal dibû. Ji ber wê, pêşî me got em erebeyê nakirin lê dûre dem derbas em çûn, em hatin em gerîyan û erebe zêdetir lazim dibû û me got em erebeyeke bikirin, em erebeyeke bikirin. Û dema ku me erebeyek kirî, em dikarin zêdetir bigerin jî, em dikarin derkevin derveyî vî bajarî û berê du mehan me biryar da me got em erebeyeke bikirin. me got, lazim e em her car nikarin ji xezûrê min bixwazin, em dikarin bixwazin helbet ji bo wî ti carî ne problem bû wî bi kêfxweşî jî dida jixwe. Lê em ne rihet bûn, ez ne rihet bûm. Me biryar da em erebeyeke bikirin û me got em erebeyeke çawa bikirin? Ez ji erebeyên bilind hêz dikim yanî ji wan re dibêjin SUV, ez ji SUVan pir hez dikim. Mêrê min ji Sedan yanî ji erebeyên nizim hez dike. Ew dibêje ajotina erebeyê nizim çêtir e, xweştir e baştir e lê erebeyên SUV ji ber ku bilind in ajotina wan gelekî ne rehet e, ne xweş e. Min jî got tu çêtir dizanî, tu çêtir dizanî ji ber ku niha ew erebeyê diajo. Ez nizanim erebeyê biajom. Erê sertifikaya min, ehliyeta min a ajotinê heye lê divê ez pratîkê bikim. Divê ez herim dersan bistînim yanî dema ku ez hîn bûm du sal berê, ee û min ji bîr kir û ez hînî Manuelê bûm û ev erebeya me otomatîk e. Ji ber vê divê ez dersa… Yanî ajokar şifor erebeyê ew e min got temam tu dizanî, tu kîjanî bixwazî em wê bikirin. Me li derdora xwe nêrî, min nêrî kîjan erebe zêdetir tên firotan/firoştin, tên bikaranîn. Saxlem in, baş in? Û me modelek dît Ford Focus. Ford merqeyek, brendeke saxlem e. Hûn dikarin bi salan Fordê bikar bînin û xwedê neke, heke qezeyek çêbû, heke erebeyeke li me xist, heke me li erebeyeke xist, Înşallah em ê nemirin. hihii ji ber ku Ford ji erebeyên din saxlemtir in rast e? Yek krîtera me ev bû. Saxlembûn. Krîtera diduyan, me got bila nû be. Bila nû be, erebe nû be. Em naxwazin erebe kevin be, em naxwazin he roj herin sanayiyê, sanayî cihê ku erebeyan tamîr dikin. Me got, em naxwazin herin sanayiyê. Bila piçekî bihatir be, lê bila nûtir be. Du krîter derketin: saxlembûn, nûbûn. Û me got bila nava erebeyê piçekî mezin be. Em naxwazin erebeyeke piçûk bi kar bînin. Ji ber ku erebeyên mezin her tim bikêrtir in, zêdetir bikêr tên. Cih heye, bagaj fireh e, tu dikarî zêdetir alavan, firaqan bixî wir û zêdetir kes dikarin di erebeyê de rûnin. Ev jî yek ji krîtera me bû. Du, du mehan mêrê min li îlanan dinêrî, li malperan dinêrî, ji hevalan dipirsî ford focus hebûn lê an kevn bûn an kîlometreyan wan pirr zêde bû. Yanî gelekî hatibûn bikaranin yanî me got em naxwazin kilometreya erebeya ku em bikirin pêncî zêdetir be. Em naxwazin erebeya ku em bikirin kilometreya erebeya em bikirin ji pêncî zêdetir be. Ji ber ku em dixwazin demeke dirêj biajon. Ji ber ku dixwazim em demeke dirêje vê erebeyê bikar bînin. Ez dizanim gelek kes sed û pêncî û du sed kîlometreyan dikirin lê me got na em dikirin bila erebeyeke nû be. Vêca me carekê ilanek dît, erebeyeke ford bû, ford focus bû, modela wê 2023 bû, kîlometreya wê 30 bû, li gorî dilê me bû. Me gelekî eciband me got vê em ê bikirin. Rojek, du roj me telefonî xwediyê erebeyê kir û got min firoşt. Wê rojê ez gelekî aciz bûm, min mêrê xwe re got tu çima nakirî, tu dereng mayî, divê te zûtir lê bigeriya û paşî got bisekine, bisebr bibe, em ê yekê din bibînin. Piştî mehekê ,piştî du-sê heftiyan, me ilanek dît û hûn dizanin tiştekî din heye ez dixwazim bibêjim, dema ku ee hûn erebeyan dikirin an j, difroşin hûn dibînin li ser malperên wisa gelek ilanên sexte hene, gelek ilanên ne rast hene. Yanî hîn mirov hene, erebeyên xwe nafiroşin lê dixin îlanê. Tu li wan dinêrî, telefonî wan dikî, dibêjin pere bidin min, tu pere dişînî û erebe tune ye. Yanî ji ber ku xapandin pir e me got em ji cihekî fermî bikirin, ji cihekî legal bikirin, ji cihekî baş bikirin û şîrketek heye jê re dibêjin Koç, Koç, Otokoç me ji wir kirrî. Dema ku tu ji wir erebeya xwe dikirî, ew garantîyê jî didin. Heke piştî du sê salan erebeya te xira bû, erebeya te şikest, tu dibî wir ew çêdikin. Ev jî fersendeke baş bû. Me got bila piçekî biha be, lê bila garantîya wê hebe. Bila problem dernekevin, heke derket jî em bizanin em ê bibin ku derê. Ji ber wê me got bila ji cihekî fermî be, em ê ji otokoçê bikirin.
Û paşê, ford focuseke rengê Metal, dibêjin rengê Metal ne spî ne reş di navbera reş û spî de gewr, hat wir. Modela wê 2023 bû ,kîlometreya wê 50 bû. Me got em bikirin. mêrê min çû lê nêrî ajot û kêfa wî pir jê re hat. Û me got em ê bikirin, du sê rojan de me erebe kirî. Piştî ku me erebe kirî, eee em çûn erebeyê bînin malê, dema ku em siwar bûn em pirr kêfxweş bûn, nizanim ji ber ku me jixwe re, me ji mala xwe re, ji xwe re bi hev re tiştek kirî û êdî em dizanin em azadtir in.
Em dikarin bi rihetî,, bi serekî rihet em dikarin herin her derî. Herin hemû bajarên nêzîk, heke dema me hebû em dikarin herin cihên dûr û me got em ciwan in, bê erebe ger çûn û hatin pir zehmet e. Vêca vêcarê jî yanî dema ku em hatin otêlê jî, em bi erebeya xwe hatin. Gelekî xweş bû , erêmêrê min gelekî westiya, mêrê min betilî lê gelekî xweş bû em gelekî rihet bûn.
Ee ez bi salan bi malbata xwe re, ji Stenbolê dihatim Mêrdînê bi otobûsan, û bi rastî gelekî dûr e. Kesên ku nizanin ez ji wan re bibêjim, rê 24 saet e, yanî em nîvro siwar dibûn, roja dî nîvro em dihatin Mêrdînê. Rê gelekî dirêj e û her car tu disekinî, gelekî qalabalix ee behna otobûsan pirr pîs e. Mirov cixareyê dikşînin û divê tu her car herî tiwaletê, nizanim xwarinê bixwî, dê û bavê min nimêj dikirin. Em zarok piçûk bûn, cih tune bûn û nizanim gelekî ne xweş bû. Ew, ew çûnûhatinên me ji bîra min naçin. Ji ber ku bi salan em bi otobûsan çûn û hatin. Piştî wan hemû bûyeran, me erebe kirî ez gelekî kêfxweş bûm. Em niha pir rehet in, em derdikevin, em diçin cihekî xwarinê dixwin, em derdikevin em dicin li derve rûdinin, çûnûhatinên me zêdetir bûn. Dema ku erebe tune bû em li malê bûn em derdiketin lê me nedixwest emli otobûsan siwar bibin. Vêga, niha em pirr kêfxweş in. Rihetiyeke pirr mezin e. Eee ev jî luksek e bi rastî. Erebe, erebe kirîn, nizanim di vê jiyanê de, ez gelekî bişens hîs dikim, ez gelekî kêfxweş im ku bi rastî gelek tiştên min hene, malbateke min ê baş heye. Mêrê min gelekî baş e, ez ji wî pir hez dikim. Karê min gelekî xweş e, karê min gelekî rehet e. Carinan diwestim, carinan dibetilim lê bi giştî, bi gelemperî ez jî karê xwe pir hez dikim. Ji gelek karan rehetir e, ez patrona karê xwe me, ji vê xweştir tune ye.
Erê, min ji we re behsa çîroka erebeya me jî kir. Erebeya me gelekî xweşik e. Ew bebeka me ye. Our baby, bebeka me. Û ez dibêjim bi vê erebeyê re, ee jiyana me wê hîn xweştir be, em ê hîn bêtir bigerin, em ê hîn bêtir bibînin. Ûwek jinûmêr têkiliya me wê xweştir bibe ji ber ku çûnûhatin, gerîn ji bo zewacan ji bo jin û mêran gelekî girîng in.Divê her kes jin û mêrê xwe re bigere û dinyayê bibîne.
Vê kêlîkê tiştên ku ez ê bibêjim ev in. Spas ji bo guhdarîkirinê. Hûn guhdarvanên, xwendevanên baş in. Heta podcasteke din bimînin di nav xêr û xweşiyê de û hay ji xwe hebin! Û roja we û dema we bimîne xweş. Ez ê herim taştê bixwim. Piştî taştê jî, ez ê dersên xwe bikim. Îro rojeke xweş e ji ber ku ez îro zû şîyar bûm. Rojên ku ez zû şîyar dibim û dimeşim û berî karê xwe tiştinan dikim ji bo min gelekî bikêr in eheheheh. Têr û tijî ne, ev jî rojekê wisa ye. Hûn jî wisa bikin. Şemîyeke, yekşemeke xweş, têr û tijî derbas bikin. Bimeşin bigerin, binivîsin, bixwînin lê bimeşin zêdetir bimeşin, bimeşin, bimeşin, bimeşin. Dema wê bimîne xweş. Çaw çaw, bi xatirê we..