Şîlan û Gulê – A Reading Text For Beginners
Read the text and answer the questions.
Navên wan Şîlan û Gulê ne. Ew sî û çar (34) salî ne. Ew ne ji Mêrdînê ne, ew ji Cizîrê ne. Navê dayika wan Fatê ye û navê bavê wan Derwîş e. Dayika wan pêncî û neh (59) salî ye. Bavê wan jî heftê û du (72) salî ye. Dayika wan mamoste ye û bavê wan jî endezyar e. Navê xwişka wan Rojîn e, navê birayê wan Xelîl e. Rojîn rojnamevan e û sî û du (32) salî ye. Xelîl nivîskar e û çil (40) salî ye. Şîlan û Gulê delal, şêrîn, baqil, zirav û jîr in. Rojîn bedew, xwînşêrîn û jêhatî ye. Xelîl pir jêhatî, qeşeng û zewicî ye. Navê jina wî Berxê ye. Berxê ji Duhokê ye û sî û neh (39) salî ye. Berxê bijîşk e.
-
Navên wan çi ne?
-
Ew çend salî ne?
-
Ew ji ku derê ne?
-
Navê dayika wan Delal e?
-
Navê bavê wan çi ye?
-
Dayika wan pêncî û pênc salî ye?
-
Bavê wan çend salî ye?
-
Dayika wan çi karî dike?
-
Bavê wan mamoste ye?
-
Navê xwişka wan çi ye?
-
Xwişka wan çi karî dike?
-
Xwişka wan çend salî ye?
-
Navê birayê wan çi ye?
-
Birayê wan çend salî ye?
-
Xelîl çi karî dike?
-
Navê jina birayê wan çi ye?
-
Berxê çend salî ye?