Li ser ken û kenînê – B2 level for Intermediate learners | Kurdish Lessons Podcast
Roja we bi xêr, hûn bi xêr hatin Kurdish Lessons Podcastê. Ez Gulê, mamosteya we ya Kurmancî. Piştî demeke dirêj em dîsa hatin cem hev. Îro 3yê Sibatê ye, Sibata 2025an û ji rojan jî duşem e. Ev duşem duşema pêşî ya meha Sibatê ye. Înşallah, bi vê hincetê em ê hefteyeke xweş û meheke xweş derbas bikin. Û ez bawer im cara pêşî ye ku ez bi hûr.. bi hûrgilî û bi kêfxweşî podcasteke record dikim, tomar dikim, qeyd dikim. Û ez dikarim bi dilekî safî bibêjim ev cara pêşî ye min ji bo podcasteke evqas amadekarî kirin, hazirî kirin. Belkî li gorî gelek podcastkeran û li gorî gelek kesan ev ne ti tişt e lê ev ji bo min, ji bo kanala min, ev gaveke gelekî muhîm e, gelekî girîng e. Ez ê bibêjim mijara me çi ye.
Mijara me ya îro ken e, ken, kenîn. Hûn dizanin ken çi ye? Ken smile ye, Smile dema ku hûn dikenin, dema ku hûn kêfxweş dibin û dikenin an jî dema ku hûn belasebeb, bêsedem, bêsebeb dikenin. Ez ê behsa vê bikim. okay?
Pêşî divê ez bibêjim ev mijar ji ku hat. Ev mijar ji ku derket. Min çima biryara tomarkirina vê podcastê da. Destpêka vê salê.. Di destpêka vê salê de min biryar da ez pirtûka bi navê “How to Win Friends & Influence People” bixwînim. Ev pirtûkeke Dale Carnegie ye. Nizanim navê wî çawa tê xwendin, Dale Carnegie ye, bawer im. Belkî jî ez şaş bi lêv dikim, nizanim. Min ev pirtûk dixwend ji ber ku min dixwest îsal, vê sala nû bibim keseke kubartir, bibim keseke, nizanim kubar, nazik, li hemberî mirovan nazik, kubar. Ez dixwazim di têkiliyên xwe de kubartir bibim. Ez naxwazim tiştên xirab ji bo mirovan bibêjim, ez naxwazim wan rexne bikim, to judge them – ez naxwazim wan rexne bikim. Min got… Min got, min biryar da vê pirtûkê bixwînim. Min destpê kir, pirtûkeke gelekî xweş e, navê wê… Navê wê normal e lê ji ber pirtûkên gelekî popûler, ji bo, ji ber pirtûkên bestseller ez dizanim gelek kes naxwazin van pirtûkan bibînin, naxwazin bixwînin, naxwazin bibînin ji ber ku ji bo wan ev pirtûk bêwate ne, bêmane ne û bikêrî tiştekî nayên. Lê ez hez dikim tiştên wisa bixwînim.
Welhasil min dest vê pirtûkê kir û beşek… beşeke wê li ser kenînê bû. Min xwend, piştî min ku xwend gelek tişt hatin bîra min, di jiyana xwe de, bi derdora xwe re, bi xwendekarên xwe re, bi hevalên xwe re û têkiliyên min hatin ber çavên min. We fêm kir? Û min biryar da ez li ser vê, ez li ser vê beşê, ne li ser vê pirtûkê, li ser vê beşa gelekî piçûk podcastekê record bikim, podcastekê amade bikim. Û ji bo kesên ku dixwazin vê beşê bixwînin, rûpel 63 (şêst û sê) ye. Rûpel şêst û sê simple way to make a good first impression.
Erê û berî ku ez behsa podcasta xwe bikim behsa tiştên ku ez dixwazim bikim. Pirseke min heye, ez dixwazim tiştekî ji we bipirsim.
Hûn di rojeke de çend caran dikenin? Hûn çend caran ji malbata xwe re, ji hevalên xwe re, ji zarokên xwe re, ji hevkarên xwe re dikenin? Hûn çend caran bi rûyekî ken silavê didin cînarên xwe? dergevanên xwe? dikandarên nêzî mala xwe? Ka bifikirin, ka bifikirin. An jî hûn çend caran ji eynîkê ji xwe re dikenin, ji xwe re dikenin? Hiih? We bersiva vê pirsê dît? Hûn çend caran dikenin di rojeke de?
Bi rastî jî, hêza kenê, hêza kenînê, hêza rûyekî biken ji hemû cilûbergên biha, ji hemû ristik û bazin û guharên zêr zêdetir e. Heke tu bikenî, heke tu bi rûyekî ken bi mirovan re bikenî, silavê bidî kesekî tesîra vê kenê, tesîra vê kenê, bandora vê kenê ji her tiştê din zêdetir e. Ji telefona te ya biha zêdetir e. Ji çenteyên te yên giranbuha zêdetir e. We fêm kir? Heke tu bikenî, heke tu ji kesekî re bikenî, ev tê wê wateyê ku bidîtina wan kêfxweş î. Dema ku te kesek dît û heke tu nekenî, heke tu rûyê xwe tirş bikî, ev tê wê wateyê ku tu ji dîtina wan ne kêfxweş î, tu bi dîtina wan ne dilşa yî, ne bextewar î. Tu naxwazî wan bibînî rast e?
Ken dibêje baş bû min tu dîtî, ken dibêje ez ji te hez dikim. Ken dibêje baş e ku tu hevalê/a min î, ken dibêje xwedê kir ku em cîranên hev in, rast e? Me behsa, min behsa pirtûkê ji we re kir bi kurtasî, pirtûk behsa çi dike û ez dixwazim ji bo meseleya kenînê, kenê, bîranîneke xwe ji we re bibêjim.
Dema ku ez niha lê difikirim ez hê çêtir fêm dikim, hê baştir baştir fêm dikim. Bîranîna min ev e: du xwendekarên min hene, ev xwendekarên min zarok in, xwişk û bira ne. Navên wan Agir û Berf in. Ev xwendekarên min zarokên gelekî baş in, biterbîye ne, jîr in, jêhatî ne, bîra tiştan dibin. Li min guhdarî dikin û ji jiyana xwe, ji malbata xwe, ji xwişk û birayên xwe pir hez dikin. Yanî bi kurt û kurmancî zarokên gelekî hêja ne. Rojekê, ez bi dayika wan re dipeyivîm. Carcaran em dipeyivin, ew dibêje zarok çawa ne, ez dibêjim baş in, ev kêmasî heye, ev baş e, hûn dikarin vê bikin, an jî van bikin. Ez pêşniyazan didim wê, ez şîretan li wê dikim ji bo zarokan jî bo Kurmancî. Û pîranî ez pesnê zarokên wê didim, ji ber ku zarokên wê gelekî jîr û jêhatî ne. Îro jî bi wan re dersa min heye êvarê. Min ji dayika wan re got, min got zarokên te gelekî hêja ne. Înşella, ez hêvî dikim ger rojeke zarokên min çêbûn, tu yê şîretan li min bikî, tu yê aqil bidî min, tu yê pêşniyazan bidî min. Tu yê bibêjî Gulê wisa bike, wisa neke. Halo bike halo neke, zarok wilo ne, zarok halo ne. Wê jî ji min re got “Tu jineke rûken î, bikêf î, ez emîn im zarokên te jî weke te yê rûken û kêfxweş bin. Zarokên te jî yê weke te kêfxweş û rûken bin.
Pêşî dema ku cara pêşî ev ji min re got, ez ji bo vê fikra wê kêfxweş bûbûm lê ya rastî min baş fêm nekiribû. Yanî çi eleqeya rûkeniya min û mezinkirina zarokên baş heye. Min ev baş fêm nekiribû. Lê piştî ku, lê piştî ku min ev pirtûk, ev beş xwend min dayîka zarokan hîn çêtir, hîn baştir fêm kir. Çima? Ji ber ku… ji ber ku profesorekî li zanîngeha Michiganê James nizanimçik, ez baş nizanim dibêje: Mirovên ku dikenin di hînkirin, di firoştin û di mezinkirina zarokan de serkeftîtir in. Mirovên ku dikenin di hînkirin, di difiroştin û di mezinkirina zarokan de serkeftîtir in. Û piştî ku min ev hevok xwend, Agir û Berf hatin bîra min. Dayîka wan hat bîra min. Min got waow dayîka wan behsa vê dikir û ez paşê hîn bûm, min paşê ferq kir, min paşê baştir fêm kir. Yanî ji bo we ez dîsa dibêjim, ev profesor yanî xebata wê dibêje: mirovên rûken in, mirovên ku dikenin, ew mirov dikarin baştir hîn bikin. Ew mirov dikarin zêdetir bifroşin û ew mirov dikarin zarokên kêfxweştir mezin bikin. Zarokên kêfxweştir, bextewartir, rûkentir, baştir, jêhatîtir mezin bikin. Dibêje di meseleya hînkirinê de…di hînkirinê de cesaretdan ji cezakirinê bikêrtir e. Heke hûn dersan didin, heke hûn dixwazin tiştekî hînî zarokên xwe, zaroka xwe bikin şûna ku hûn wan ceza bikin, şûna ku hûn bi zimanekî hişk hûn bibêjin “na tu vê neke” “tu vê bike” şûna wê cesaretê bidin wan. Ji wan re derîyan vekin, rêyan vekin, rêyan vekin okay? we fêm kir? Belê ev her du tişt ji bo min gelekî girîng in. Yek peyvên dayîka zarokan, navê wê Gulşen e. Ya din jî xebata vî profesorî zanîngeha Michiganê. Erê, ev ji bo min gelekî girîng in. Ez hêvî dikim ev her du tişt ji bo we jî, di jiyana we de jî deriyên nû li ber we vekin. okay?
Û pirtûk dibêje, heke tu dixwazî, heke tu dixwazî hevdîtinên bi te re, civatên bi te re, axaftinên bi te re xweşa mirovan here divê civatên bi wan re xweşa te here. We fêm kir? yanî heke tu jî hevdîtina wan kêfê nestînî, ew jî hevdîtinên bi te re kêfê nastînin. Yanî dil miqabilî dil e. Heke tu ji yekî hez nekî ew jî ji te hez nake. Heke tu ji kesekî hez bikî ew ê jî ji te hez bikin. Okay?
Û di pirtûkê de mînakek hebû, dibêje rojekê, zilamekî, mêrekî biryar daye ku êdî zêdetir bikene. Ev zilam exlabê di jiyana xwe de zêde nakene, rûyê wî bi piranî tirş e. Ew nakene, ne kêfxweş e li hemberî jina xwe, li hemberî hevkarên xwe, li hemberî her kesî wisa ye. Karaktera wî ew e. We fêm kir? Carinan hin mirov jî rûtirş in. Lê vî merî, vî zilamî biryar daye ku vê biguherîne. Û dibêje, ev mêr dibêje, sibeha pêşî, roja pêşî min bi rûyekî biken ji jina xwe got: rojbaş jina min. Got, jina min gelekî kêfxweş bû. Û got paşê dema ku ez ji malê derketim, min ji cîranekî me re got, ez keniyam û min got merheba, çawa yî? û ew jî keniyaye. Bi vî awayî mêrik yanî vî zilamî, vî mêrikî têkiliyên xwe yên bi jina xwe re, têkiliya bi cîranên xwe re, têkiliya xwe ya bi hevkarên xwe re, hemû guherandiye. Tenê bi kenê, bi rûyekî ken, we fêm kir?
Û belkî ji ber vê ye dema em zarokên piçûk dibînin, em kûçikan dibînin û em dibînin ku ew her tim dikenin kêfa me tê…kêfa me tê. Û ez bawer im, ez dibêjim, ez ne bawer im, ez dibêjim heke hûn bikenin mirovên li derdora we jî wê bikenin. Ew ê jî beşdarî vê kena we bibin. Ez emîn im carinan we dîtiye ku di komeke de… komeke hevalan bifikirin, yek kes dikene û yekî din dikene û paşî ew bi hevre dikenin û ev kom, ji bo, ne saet lê, ji bo deqeyan hahahaha bihevre dikenin û bêsedem bêsebeb. Carinan, wek dibêjin butterfly effect, na ne butterfly effect e. Dema ku hin kevir hene, tu wan keviran datînî pey hev û tu kevirekî def didî û hemû kevir dikevin. Ken jî bawer im wisa ye û tu ji yekî re dikenî, ew ji te re dikene û ji yekî din re dikenî û yekî din re dikenî û tu dibînî derdora te hemû mirovên rûken in.
Erê, erê, ken, gelekî ken, tesîra kenê, tesîra kenê zêde ye lê ez bawer im gelek kes gelek mirov pê nizanin, haya wan ji vê tesîrê tune ye. Mesela ez ji bo xwe difikirim, ji bo videoyên xwe yên Instagramê, ji bo vîdeoyên xwe yên tiktokê. ji bo vîdeoyên xwe yên youtubeyê difikirim heke ez, heke ez ne rûken bûma, heke min bi rûyekî tirş ew vîdeo çêkirina, ez ne bawer im… Ez ne bawer im evqas xwendekar, evqas mirov, evqas kes wê bihatana şopa min yanî ez ne bawer im. Ez bawer nakim ku ew ê bihatana şopa min. Tesîra rûyê min, tesîra henekên min, tesîra kenê min dema ku ez dibêjim “Helllooo welcomee to Kurdish Lessonsss” lê heke min bigota “Hello welcome to Kurdish Lessons” hûn nedihatin dersên min, hûn nedihatin kanala min, we li vê podcastê guhdarî nedikir. Carinan em nabînin, em vîdeoyan nabînin lê deng, deng bixwe jî ji me re dibêje ev kes dikene. Ev kes kêfxweş e. Em biceribînin? Mesela, heke ez bibêjim “Hello welcome to Kurdish Lessons” we çi hîs kir? Lê heke ez bibêjim “Helllloo welcome tooo Kurdish Lessssons” hûn dibînin dengê min… dengê min diguhere dema ku ez dikenim an jî nakenim. Rengê dengê min û tonê min tona dengê min hemû diguherin. Û dema ku ez bi xwendekarên xwe re dersan çêdikim, ez her tim, her tim, her tim bi rûyekî ken ji wan dibêjim “silllavv, tu çawa yîî? Roja te çawa bû? Tu bixêr hatîîî” her tim. Û ez.. Ez dibêjim gelek xwendekar bi min re dersan dikin, tên dersên min, ji ber ku ez keseke rûken im, ez ez rûgeş im, ez rûyê xwe tirş nakimî ez madê xwe tirş nakimî ez bi dîtina wan kêfxweş im. Ez.. Rûyê min dengê min kenê min ji wan re dibêje ” Tu bixêr hatî, ez bi dîtina te kêfxweş im. ” We fêm kir? Ew vê hîs diki,n ew vê hest dikin, ev gelekî girîng e.
Û hûn dizanin,, belkî hûn dizanin sê hefte berê dest pê dersên Rûsî kir. Ez Rûsî dizanim, şikir ji Xwedê re, lê ji ber ku ez napeyivim, naxwînim, ez hêdî hêdî jibîr dikim. Û min got divê ez tiştekî bikim, ez tiştekî bikim, ev halo naçe, ev halo nameşe. divê ez tiştekî bikim ez naxwazim vî zimanî jibîr bikim. Min mamosteyek dît û me dersek çêkir û dema ku ji bo dersa duduyan ez çûm zoomê min dît ku lînk bi min re tune ye. Min ji mamoste re nivîsî, min got te lînk neşandiye. Te xeber neda min gelo teqez dersa me heye? Ez aciz bûbûm ya bi rastî. Jî ber ku lînk neşandibû, xeber nedabû min û dereng hatibû dersê. Ez deh deqeyan li hêviya wê mam. Ez aciz bûbûm, ez bi rûyekî tirş, ez ketim dersê û min got “priviet”. Û wê got ” Ooo Gulî, got Gulya privieet” û gelek tiştên xweş gotin û rûyê wê gelekî şîrîn bû, ew dikeniya, ew bi dîtina min kêfxweş bû û dema ku min dît ew dikene, ez jî keniyam û dema ku ez keniyam, min tiştên berê ji bîr kirin. Û dersa me gelekî xweş derbas bû. Heke mamosteya min bi rûyekî tirş bihata û bigota “priviet!” Û ez bawer im piştî wê dersê ez nediçûm dersan. Erê mixabin, ji ber ku ji bo min gelekî girîng e ez li cihekî rihet hîs bikim, baş hîs bikim, wê fêm kir? Ez naxwazim bi min re hîsek çêbibe û ez bibêjim ev kes ji min hez nake, an jî ev kes bi dîtina min ne kêfxweş e ez li vir çi dikim. Berevajî divê ez bibêjim aa çi xweş derbas bû, hatim vê dersê, mamoste çi şêrîn e ez ê dîsa bêm felan û bêvan. We fêm kir? Û mînakeke din jî heye.
Dema ez diçim dersên Frensî gelek caran mamoste me dike kom, me dixe odeyên cuda tu bi wan kesan re xeber didî. Belkî jin, belkî mêr, belkî du kes ez nizanim carinan jin hene ji komê, carinan mêr hene hûn tenê dipeyivin. Û dema ku ez dikevim van odeyan, room yanî ode, heke partnera min yanî hevala min rûken be ez jî dikenim lê heke ew heval nekene, ez jî nakenim. Heke ez nekenim ew civat, ew sohbeta me, ew axaftina me gelekî ne xweş derbas dibe, ez rihet hîs nakim. Ez dibêjim, kengî xilas dibe, dixwazim zû herim lê heke lê heke kesê li hemberî min rûken be, bikene û rûyê xwe tirş neke ez gelekî baş hîs dikim, ez gelekî baş hîs dikim. Û ev dike ku ez zêdetir bipeyivim, zêdetir xeber bidim, zêdetir bipirsim. Yanî heke partnerê min, nekene, rûyê xwe tirş bike, rûyê xwe tirş bike, madê xwe tirş bike, ez jî wisa dibim, ez jî weke wan dikim û ew axaftin qet xweş derbas nabe.
Erê, yanî bi kurt û kurtasî, ev sal du hezar bîst û pênc, ev sale ku ez ê zêdetir bikenim. Ez dixwazim zêdetir bikenim ji ber ku ez dizanim dema ku ez bikenim mirovên li hemberî min jî wê bikenin, mirovên li derdora min jî wê bikenin, wê fêm kir?
Ez hêvî dikim piştî vê podcastê, hûn ê li hemberî hevalên xwe, jin ûmêrê xwe, dê û bavê xwe, zarokên xwe, xwendekarên xwe hûn ê zêdetir bikenin, hûn ê zêdetir bikenin. Û zêdetir bikenin okay?
Heta podcasteke din li xwe baş binêrin, em ê di demeke nêz de hev bibînin ez hêvî dikim. Înşella, ez hêvî dikim, Înşella bê qeza û bê bela heta podcasteke din. Bimînin di nav xêr û xweşiyê de, emanetî qenciyê û bi xatirê we!