A reading text: Zarok û Înternet
Zarok û înternet
The reading text
Îro li gelek malan înternet heye. Loma gelek zarok demên xwe yên serbest bi înternetê derbas dikin. Zarok înternetê ji bo armancên curbicur bi kar tînin. Înternet ji bo sipartekên dibistanê gelek mifadar e. Lewra/Loma zarok gelek caran ji bo sipartekên xwe li ser înternetê lêkolînan dikin û agahîyên berfireh jê werdigirin. Yanî înternet îro ketiye şûna ansîklopedîyên mezin. Ji vî alîyî ve bikaranîna înternetê gelekî baş e. Her wiha zarok ji bo ku dema xwe xweş derbas bikin jî înternetê bi kar tînin. Lê belê carinan zarok xwe ji bîr dikin û gelek demên xwe li ser gera înternetê derbas dikin. Ji vî alîyî ve jî bikaranîna înternetê gelek encamên nebaş derdixe holê. Loma divê zarok di bikaranîna înternetê de gelek hişyar bin û hemû demên xwe yên serbest li ser înternetê derbas nekin.
Vocabulary
demên serbest: free times
armancên curbicur: various aims
mifadar: beneficial
lêkolîn kirin: to research
agahî wergirtin: to get knowledge
ketin şûna tiştekî: substitute for, replace
xwe ji bîr kirin: forget one’s self
encamên nebaş: bad results
derxistin holê: to reveal
Questions
Li gorî agahiyên jorîn li hemberî hevokên jêrîn nîşaneya “R” (rast) an “Ç”yê (çewt) daynin.
Divê zarok hemû demên xwe yên serbest bi înternetê derbas bikin. ( )
Eger înternet baş bê bikaranîn ji bo zarokan gelek mifadar e. ( )
Gelek agahiyên ku di ansîklopediyan de hene, di înternetê de peyda dibin. ( )
Di bikaranîna înternetê de divê zarok gelekî hişyar bin. ( )
Source
Kurd 6 Kurmancî; Kadri Yıldırım, Abdurrahman Adak, Hayrullah Acar, Tahirhan Aydın, İbrahim Bingöl, Ramazan Pertev, Ramazan Çeçen, Mikail Bülbül, Zülküf Ergün; Milli Eğitim Bakanlığı (MEB) Yayınları