Şofêrên Gundan – reading a Kurdish story
Şofêrên Gundan
Rêwî me, di otobusê de me. Rêwitiya me ber bi gund ve ye û rêwîyên me jî hemû gundî ne: jin, mêr û zarok hene. Ji ber ku rêya gund ne bi qîr û asfalt e, kert û kortal lê vebûne û ava barana vê buharê hîn jî di wan kortalan de dibiriqe.
Şofêrên li gundan pirî caran ecêb dibin, lewra dema ew ji ser keran dadikevin, dest ji hefsarên hespan berdidin û li ber dîreksiyonekê rûdinin, ji wan wetrê ew ê êdî ji vê dunyayê jî derkevin. Û derdikevin jî… ji dunyayê der û dûr dikevin. Lewra di demên welê de haya wan ji wan nabe ka ew çawa diajon. Û Xwedê dizane piraniya ji van şofêrên gundî ehliyetên ajotinê jî nînin. Ew bawer dikin ku meriv tenê pêl pedalan gaz û frênê dikin, vîtesan bi cih dikin û dîreksiyonan çerx dikin. Lewra şofêrê me jî anuha tenê evê yeko dike û evî karî dike: dajo.
Her cara ku gironekên otobusê rastî kortaleke rê tê, di hundurê otobûsê de em li çep û rastê xwe, li jêr û jora xwe weke ava dewlekê diçelqin, em destê xwe bi derina ve digirin ku em li hêlekê nekevin.
Ji rêwiyan yekî bi şaşik deng li şofêr dike ku ew hinekî hêdî bajo. Lê deng naçe şofêr an jî ew deng nabe xwe. Mêrikê bi şaşik dîsa bang lê dike û jê dixwaze ku hêdî bajo. Lê şofêr her weke xwe ye û weke xwe dajo. Mêrikê bi şaşik cara sisêyan bi dengekî bilindtir re ji kursiyê radibe ser xwe û dibêje:
- Yao ma deng nayê te, Xwedê jê razî! Meriv ji te re dibêje hêdî bajo, lê tu her weke xwe dikî. Ma tu nabînî bê jinên bi zik hene. Hinekî fam bike, ev çi serhişkî ye!
Mîna ku şofêr bixwaze serhişk bimîne destê xwe jî ji ser dîreksiyonê radike, weke baweşînkekê li ba dike û dibêje:
- Em bi karê xwe dizanin, hecî… tu li cihê xwe rûne.
Weke nîşana nerihetiyê ufînî bi hecî dikeveî bêyî ku ku cihê xwe rûne, vê carê bi hêrs dibêje.
- Himmm… de were safî bike! Lawo ji Xwedê bitirse, Xwedê… bila hinekî hurmeta te hebe. Min got rêwiyên jin hene, jinên bi zik hene… ev çi zirzopî ye îcar!
Şofêr î zirzop jî bi qasî wî nerihet dibe û dibêje:
- Erê hecî, te çi ji zikê jinên xelkê ye?… tu li cihê xwe rûne! Ma te jin heye? Ne tenê li vir di temafîlê de, li malê jî te jin nîne… de îcar te çi ji jinên xelkê û zikê wan e!?
Hecî bi hêrs dest davêje şaşika serê xwe, sererast dike û dibêje:
- Ev çi gotin in, ûtamez! Jin jin in… ma di vir de jina min û te heye, jina bi zik divê herkes lê xwedî derkeve û destê xwe di ser re bigire.
Û yekî din, nerind û firqûzekî din li hêla dawîn xwe aciz dike, bi gotinan dikeve navîna şofêr û hecî û destê xwe ber bi hecî dirêj dike.
- Fedî bike, hecî, fedî… qaşo tu çûyî mala Xwedê! Ma ev jî gotin û şîret in ku tu dikî. Tu behsa jineke bi zik dikî ku divê em hemû xwedî lê derkevin! Şofêr rast dibêje: te çi ji jinên xelkê ye, ma em destê xwe di ser çiyê jinê re!..
Yek ji wî, yek ji yê din… pêvçûnek derdikeve û hundurê otobûsê ji wan kert û kortalên rêya gund xirabtir diheje.
Hesenê Metê