Zanîngeha Harvardê dê dersên zimanê kurdî bide
Introduction
In a historic milestone, Harvard University has responded to the passionate advocacy of its Kurdish-speaking students by introducing its inaugural Kurdish Language course this fall semester. This groundbreaking decision not only reflects the institution’s commitment to diversity and inclusivity but also marks a significant cultural and linguistic addition to the university’s rich academic tapestry. In this report, we delve into the inspiring journey that led to the creation of this course and explore the profound impact it is poised to have on both the Harvard community and the broader field of education.
The News:
Hewlêr (Rûdaw) – Zanîngeha Harvardê li ser daxwaza xwendekarên kurd vê payîzê dest bi yekemîn kursa zimanê kurdî kir.
Kurs ne tenê li ser kurdî, her wiha li ser mijarên girêdayî çand, dîrok û siyaseta kurdan jî disekine.
Ji bo xwendekarên doktorayê yên beşa Ziman û Çandên Rojhilatê kursa zaravayê kurdîya soranî hatiye vekirin.
Rêveberiya Harvardê, ji bo kursa zimanê kurdî, civaknas-antropologê ji Rojhilatê Kurdistanê û profesorê Zanîngeha Bentleyê Dr. Ehmed Mihemedpûr vexwendibû zanîngehê.
Civaknas Prof. Dr. Ehmed Mihemedpûr ku ji bo kursa zimanê kurdî li Zanîngeha Harvardê kar dike li ser mijarê ji Rûdawê re axivîbû.
Gelek kesan navê xwe tomar kir
Mihemedpûr dabû zanîn ku li Zanîngeha Harvardê cara yekem e ku kursa bi zaravayê soranî yê kurdî ji bo xwendekarên doktorayê hatiye vekirin.
Her wiha Mihemedpûr ragihandibû ku ji bo vê kursa yekem gelek kesan navê xwe tomar kiriye.
Mihemedpûr ji The Harvard Crimson re diyar kir ku bi mîlyonan mirov bi kurdî diaxivin û got:
“Em çawa dikarin behsa rojhilata navîn bikin lê behsa kurdî nekin an jî dersên kurdî nedin?
Mihemedpûr anî ziman ku ew hêvî dike ku Harvard bi kurseke din an berfireh li ser wî karî berdewam bike.
“Harvardê bi milyonan Kurd kêfxweş kir”
Profesorê kurd da zanîn ku ew hêvî dike ku fêrbûna zimanê kurdî ji bo kesên ku li Zanîngeha Harvardê di beşa Lêkolînên Rojhilata Navîn de dixwînin dê bibe mecbûrî û got:
“Ev gaveke dîrokî ye. Zanîngeha Harvardê ji ber ku cara ewil dersên zimanê kurdî dan, bi milyonan kurd kêfxweş kir.”
Vocabulary:
yekemîn kursa zimanê kurdî: the first course of Kurdish Language
çand, dîrok û sîyaseta kurdan: culture, history and Kurdish politics
vexwendin: to invite
navê xwe tomar kirin: to register
berdewam kirin: to continue
dan zanîn: to report, inform
gaveke dîrokî: a historical step
Questions
-Zanîngeha Harvardê kursa kîjan zimanî vekiriye?
-Mamostayê kursa zimanê kurdî yê Zanîngeha Harvardê kî ye?
-Hêvîya Dr. Mihemedpûr çi ye?
-Harvardê kê kêfxweş kir?