1st Day: Rûtîna min a sibehê
Rûtîna min a sibehê
Navê min Şêxo ye. Her sibeh ez her sê zarokên xwe dibim dibistana wan. Yek ji zarokên min diçe pêşdibistanê û pêşdibistana wê ne gelekî dûrî taxa me ye. Û du ji zarokên min diçin dibistana sereke, mixabin dibistana wan ne nêzî taxa me ye. Dibistana wan ji taxa me bi qasî 40 deqqeyan dûr e. Zarokên min ji xwendin û hevalên xwe yên li dibistanê pir hez dikin. Ji ber vê, sibehan em bi kêfxweşî ji malê derdikevin.
Xwendekarê pêşdibistanê kurikê min e û çar û nîv salî ye. Xwendekarên dibistana sereke keçikên min in, ew cêwîne. Bi rastî jî gelekî dişibin hev. Ez carinan tevlîhev dikim bê Sozdar kîjan e û Guldar kîjan e.
Keçikên min ji stranên Kurdî pir hez dikin. Ez di erebeyê de ji wan re Arta FMê vedikim û em bi hev re stranan dibêjin. Kurikê min jî hez dike stranan bibêje. Lê ew gelek caran gotinên stranan ji bîr dike.
Ez di saet 08:30an de digihîjim ofîsê. Baş e ku ofîsa min ji dibistana keçikan ne dûr e. Piştî ku ez keçikan dibim dibistanê, ez erebeyê diajom ofîsê. Kêfa min ji hevkarên min re tê. Ew mirovên bikêf û baş in. Sibehan pêşî, ez bi qehweyeke reş dest bi karê xwe dikim. Carinan ez bi du (2) qehweyan jî şiyar nabim.
Peyvên bikêr:
- Her sê: each of three
- Pêşdibistan: pre-school
- Dibistana sereke: primary school
- Sibehan: in the mornings
- Nîv: half
- Cêwî: twins
- Şibîn hev: to resemble each other
- Tevlîhev kirin: to confuse with
- Ji bîr kirin: to forget
- Hevkar: co-worker
Pirs:
- Şêxo pêşî kê dibe dibistanê?
- Şêxo çima Sozdar û Guldarê tevlîhev dike?
- Ew di erebeyê de bi hev re çi dikin?
- Ew kengî digihîje ofîsê û ofîsa wî li ku ye?
8 Comments
Şexo pêşî kurê xwe dibe dibistanê.
Şexo Sozdar û Guldarê tevlîhev dike ji ber ku ew cêwî ne.
Ew di erebêye de bi hev re stranan dibêjin.
Ew di saet 8.30 an de digihîje ofîsê. Ofîsa wî (xwe?) ji dibistana keçikên wî (xwe?) nêzik e.
1- Rast e! – That is correct!
2- Rast e!
3- Rast e!
4- Ofîsa wî nêzîkî dibistana keçikên wî ye.
Could you please explain the meaning and funktion of “bê” in this sentence:
Ez carinan tevlîhev dikim *bê* Sozdar kîjan e û Guldar kîjan e.
You may know ”ku” which is used like ”that, which”.
bê also means ”that, which” but it is used before a question.
For example:
Ez nizanim bê ew li ku ye.
Ew dizanim bê wî çi kir.
“stranÊN dibêjin (…) stranAN bibêje”
Why different suffixes? Oblique suffix I understand, but why ezafe suffix? There’s no possessor there…
Silav Adam,
I have checked the text. Yes, that’s true. No description so no need ezafe, oblique is the correct form.
I have corrected it. You are a very careful student, good for you!
Rojbaş mamoste.
1. Şexo pêşî kurê xwe dibe dibistanê.
2. Şêxo carinan Sozdar û Guldarê tevlîhev dike, ji ber ku ew cêwî ne û gelekî dişibin hev.
3. Ew di erebêye de bi hev re stranên Kurdî dibêjin.
4. Ew di saet 08:30an de digihîje ofîsê wî. Ofîsa wî nêzîkî dibistana keçikên wî ye.
Silav,
1- Rast e!
2- Erê, rast e!
3- Rast e!
4- Ew di saet 08:30an de digihîjê ofîsa xwe.